Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronê hezar kes derbas kir

Li rojavayê Kurdistanê 63 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 63 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 41 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Haletên hatine tomarkirin: 9 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 5 kes li Girkê Legê, 3 kes li Rimêlanê, 10 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Til Temir, 1 kes li Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1007 kesan, ji wan 48 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 4 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 313 kesan.