Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
Ji bo berdewamiya civînên taybet bi dariştina binemayên stratejî yên budceya Iraqê bo salên 2021, 2022 û 2023an, şanda Herêma Kurdistanê roja Yekşema bê diçe Bexdayê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo berdewamiya civînên taybet bi dariştina binemayên stratejî yên budceya Iraqê bo salên 2021, 2022 û 2023an, şanda Herêma Kurdistanê roja Yekşema bê diçe Bexdayê.
Birîkarê Wezareta Plandananê ya Herêma Kurdistanê Zagros Fetah ji K24ê re ragihand, roja Yekşema bê şanda Wezareta Plandanan û Wezareta Aboriyê diçin Bexdayê û civînan li ser dariştina stratejiya projebudceya salên 2021 ta 2023an de dikin.
Civînên komîteya dariştina binemaya stratejî ya budceya Iraqê bo salên 2021 ta 2023an, ji 31ê Tabaxa bûrî ve destpê kirine. Herêma Kurdistanê jî beşek ji wê plana aborî ye û nûnerên Herêma Kurdistanê di civînên wê de beşdar dibin.
Banka Navdewletî û sindoqa Nextîneya Navdewletî daxwaz ji Wezareta Darayî ya Iraqê kiriye, sîstema dariştina projeyasaya budceyê ya yeksalî bo sîstema budceya sêsalî biguhêre.