Tendirustiya Helebceyê: 500 milyon Dînar gihîşt destê me
Rêveberiya Tendirustiya Helebceyê spasiya piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina Helebceyê dike û radigihîne, “500 milyon Dînar gihîşt destê me”

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Tendirustiya Helebceyê spasiya piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetkirina Helebceyê dike û radigihîne, “500 milyon Dînar gihîşt destê me”
Di heyama bûrî de, tîmên rûbirûbûna Koronayê li Helebceyê çend konferansên rojnamevaniyê li ser nebûna budce û hevkariyên tendirustî encam dan. Li hember jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 500 milyon Dînar ji Helebceyê re dabîn kir.
Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 500 milyon Dînar bi armanca hevkariya bilez a rûbirûbûna Koronayê, dabînkirina amêr û pêwîstiyên bijîşkî ji Helebceyê re hat dabînkirin.
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Helebceyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, 500 milyon Dînar ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna Koronayê gihîşt destê wan û dê ji bo berjewendiyên giştî yên welatiyan bên xerckirin.