Li Iraqê 64 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 64 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 64 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 64 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 438 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir; heta niha 319 hezar 35 kes li Iraqê bi vîrûsa Koronayê ketine û 253 hezar û 591 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê 8 hezar û 555 kesan canê xwe ji dest dane û 537 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne.