Qaymeqamê Şingalê: Teqîna şeva bûrî sînaryo ye
Qaymeqamê Qezaya Şingalê radigihîne, teqîna şeva bûrî ya li nêzîkî mezara Şerfedînê rû daye, sînaroyek ji bo tirsandina xelkê Şingalê ye, ji bo venegerin navçeyên xwe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Qezaya Şingalê radigihîne, teqîna şeva bûrî ya li nêzîkî mezara Şerfedînê rû daye, sînaroyek ji bo tirsandina xelkê Şingalê ye, ji bo venegerin navçeyên xwe.
Qaymeqamê Qezaya Şingalê Miheme Xelîl ji K24ê re ragihand, rewşa ewlehiya Şingalê xirap e, di dema ku xelkê Şingalê biryar dane vegerin ser mal û milkên xwe, çendîn plan tên cibicîkirin. Teqîne şeva bûrî jî, yek ji wan planan bû ku armanca wê tirsandina xelkê Şingalê ye.
Got jî: “Li ser teqîna şeva bûrî, çend sînaryo hatin gotin, yek ji wan dibêje: Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê bû û otombîlek armanc kiribû. Lê pisporên serbazî rê yekê red dikin.”
Şeva bûrî teqînek li nêzîkî mezara Şerfedîn li Şingalê rû da. Hin medyayan ragihand ku firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê gerîlayên PKKê di nava otombîlekê de armanc kirine. Lê heta niha ti zanyarî û belgeyên fermî di wê derbarê de nehatine diyarkirin.
Qaymeqamê Qezaya Şingalê amaje bi wê da: “Herêma Kurdistanê bi dilsozî berevaniyê li mezara Şerfedînê kir, ji bo nekeve destê DAIŞê. Lê niha hêzên nerewa li Şingalê teqînan li nêzîkî cihên pîroz ên êzidiyan dikin, ji bo xelkê Şingalê venegerin.”
Diyar kir jî: “Ewên li pişt teqînê û aloziya li Şingalê ne, hêzên derveyî û yên nerewa ne. Em bi cidî kar dikin ji bo Heşda Şeibî û ew hêzên piştî 16ê Cotmehê hatine Şingalê, jê derkevin.”
Miheme Xelîl got: “Me daxwaz ji îdareya parêzgeha Neynewayê û hêzên Iraqî kiriye, lêkolînê di wê teqînê de bikin û encama wê rabigihînin, ji bo diyar bibe ew ji aliyê firokeyên Tirkiyê rû daye, yan sînaryoya hêzên nerewa ye.”
Diyar kir jî: “Heger Tirkiye ew êrîş kiribe, dê rabigihanda ku wê çekdarên PKKê armanc kiriye. Ji ber wê em di wê baweriyê de ne ku hêzên nerewa ew teqîn kiribin. Lê belê em li benda lêkolînan dimînin.”