Li Iraqê amarên herî dawî yên koronayê
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 70 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 821 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 17ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 322 hezar 856 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 258 hezar û 75 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 616 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 625 kesan canê xwe ji dest dane.