Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Martin Huth kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Martin Huth kir.
Malpera Serok Barzanî belav kir: Di hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewropa pêzanînên xwe ji bo xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadî û demokrasîxwaziyê hebû û tekez jî li ser berdewamiya piştgîriya Yekîtiya Ewropa ji Herêma Kurdistanê re kir.
Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî bi kurtî dîroka xebat û wan êş û janan xisterû ku li ser gelê Kurdistanê da hatina anîn û tekez jî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê bawerî bi aştî û diyalogê heye ji bo çareserkirina hemû giriftên wan ya li gel Bexdayê.
Di beşeke din a vê civînê de, derbarê proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danûstandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin li ser gefên li ber Iraq û hilbijartinên paşerojê.
Hewlên cîhanî yên ji bo rûbirûbûna pejika Korona û encamên wê pejikê mijareke din a vê civînê bû.