Li Iraqê 4 hezar û 724 kes bi koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 57 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 724 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 22ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 327 hezar 580 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 261 hezar û 757 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 546 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 682 kesan canê xwe ji dest dane.