Muqteda Sedir: Hin grûpên Heşda Şeibî ziyanê digihînin Iraqê

Rêveberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir radigihîne, hin grûpên Heşda Şeibî bi kiryarên avêtina mûşekan û kuştinê tometbar dike û dibêje, ew kar li ser lawazkirina Iraqê û bihêzkirina hêzên derveyî û bi taybetî Amerîka dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir radigihîne, hin grûpên Heşda Şeibî bi kiryarên avêtina mûşekan û kuştinê tometbar dike û dibêje, ew kar li ser lawazkirina Iraqê û bihêzkirina hêzên derveyî û bi taybetî Amerîka dikin.

Di dema dawî de êrîşên mûşekî li ser firokxaneya Bexdayê ya Navdewletî, Navçeya Kesk û hêzên serbazî yên Iraqê zêde bûn. Hevdem jî li Bexda û başûrê Iraqê jî hejmarek ji çalakvanan hatin kuştin.

Sedir di daxuyaniya xwe de ragihand, kiryarên hin grûpên Heşda Şeibî dikin, dibin sedema lawazkirina Iraqê û lawazkirina wan hêzan jî, dibe sedema bihêzbûna hêzên derveyî û di serî de Amerîka.

Herwiha peyama xwe arasteyî çekdarên Heşda Şeibî kir û got: Kiryarên mûşekbaranê û kuştin yên hin ji we dikin, heger hûn jê ne razî ne jî, ev têrê nake, divê hûn bi hişmendî hewl bidin Iraqê nekin meydana şerê aliyên din.

Sedir di beşeke din a peyama xwe de daxwaz kir, destêwerdan di karûbarên navxweyî yên Iraqê de neyê kirin û got: Êdî Iraq nikare bêhtir tundî, şer, milmilane û nakokiyên siyasî û aloziyan hilgire.”

Heşda Şeibî dezgeheke serbazî ser bi dewleta Iraqê ve û bi fetweyeke olî di Adara 2014an de hatibû damezirandin. Ji nêzîkî 67 grûpên cuda ên Şîemezheb pêk tê. Gelek caran Heşda Şeibî bi wê tê tometbarkirin ku bi ser bi Îranê ve ye.