Li Iraqê amarên herî dawî yên koronayê
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 45 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 106 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 24ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 337 hezar 559 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 268 hezar û 761 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 527 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 799 kesan canê xwe ji dest dane.