Avahiya kompaniya Huawei şewitî

Avahiya taqîgeha lêkolîna firotina pêwîstiyên kompaniya Huawei ya teknolojiyê ya li bajarê Dongguan ê bakurê Çînê şewitî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Avahiya taqîgeha lêkolîna firotina pêwîstiyên kompaniya Huawei ya teknolojiyê ya li bajarê Dongguan ê bakurê Çînê şewitî.

Ajansa Reuters eşkere kir ku sê karmendên lêkolînê yên kompaniyê di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Agirkujiyê ya li nav bajarê Dongguan, zêdetirî 50 wesayîtên agirkuj û 140 karmend di temirandina şewatê de beşdar bûn.

Heta niha sedema derketina şewatê nayê zanîn, lê li gor ajansa Reutersê êdî li avahiyê kar nayê kirin.

Taqîgeha lêkolînê ya Dongguan a kompaniya Huawei depoya sereke ya hemû kelûpelên yedeg e ku li wir tora G5 dihate ceribandin.

Herwiha li gor agahiyan, ev taqîgeh beşek ji pîşesaziya Huawei ye.

Fly Erbil Advertisment