Li Efrînê bombeyek teqiya: Jin û mêrek birîndar bûn
Li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qêsim ê ser bi navçeya Reco ya Efrînê bombeyeke vedayî bi du welatiyan de teqiya û her du jin û mêr birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qêsim ê ser bi navçeya Reco ya Efrînê bombeyeke vedayî bi du welatiyan de teqiya û her du jin û mêr birîndar bûn.
Jêderekî taybet ji Efrînê ji Kurdistan24ê re ragihand ku li gundê Qêsim ê ser bi navçeya Reco ya Efrînê jin û mêrek dema bi traktora xwe diçûn ser zeviyê xwe, bombeyeke vedayî bi wan de teqiyaye.
Nezmî Îsmaîl Qoşo û hevjîna wî Emîne, di bûyerê de birîndar bûn û jêderê K24ê eşkere kir; rewşa jinê giran e û dibe ku lingê Nezmî Îsmaîl Qoşo jî were jêkirin.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve heta niha, li herêma Efrînê car caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.