Li Iraqê 26 kesên din bi Koronayê cane xwe ji dest dan

– Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 68 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 207 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 26ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 345 hezar 969 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 8 hezar û 935 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha 276 hezar û 918 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.