Serok Barzanî pêşwazî li rawêjkarê asayîşa Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li rawêjkarê asayîşa niştimanî ya Iraqê Qasim el-Erecî kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li rawêjkarê asayîşa niştimanî ya Iraqê Qasim el-Erecî kir.
Di civînê de rewşa siyasî û pêşhateyên dawî yên siyasî li Iraqê hatin gûftûgokirin. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirekan balkişandin ser têkilî û hevkariya Hewlêr û Bexdayê.
Di dîdarê de tekezî li ser şerê li dijî terorîstên DAIŞ'ê hat kirin ku herdu alî dê hevkariyê bikin.
