Efrîn.. Çekdaran 2 kes ji bajarokê Şiyê revandin
Grûpa Emşat a ser bi artêşa Tirkiyê ve, li bajarokê Şiyê kesek û kurê wî direvîne û dest datîne ser 4 dukanan û benzînxaneyekê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa Emşat a ser bi artêşa Tirkiyê ve, li bajarokê Şiyê kesek û kurê wî direvîne û dest datîne ser 4 dukanan û benzînxaneyekê.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarê grûpa Silêman Şah (Emşat) roja 25ê vê mehê kesê bi navê Reşîd Cemîl Hebeş û kurê wî Mihemed ê 18 salî ji Şiyê revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Wê rêxistinê diyar kir jî, çekdarên wê grûpên jî dest danîn ser 4 dukanên Mihemed Îbrahîm Elûş û Îbrahîm Husên Murad û benzîbxaneyekê û bi kirê dan erebên li wê navçeyê bi cih bûne.
Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ve, bi hezaran welatî ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin a revandiyan ne diyar e.