Li Iraqê 70 kes ji ber koronayê mirin
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 70 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 724 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 29ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 358 hezar 290 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 288 hezar û 812 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 559 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 9 hezar û 122 kesan canê xwe ji dest dane.