“Amerîka gefa kuştina tevahiya endamên Hizbulaha Iraqê dixwe”
Her çend e Amerîka biryara yekalîker a girtina balyozxaneya xwe li Bexdayê nedaye, lê di egera berdewamiya êrîşên li ser wê de, gefa girtina balyozxaneyê xwar.

Navenda Nûçeyan (K24) – Her çend e Amerîka biryara yekalîker a girtina balyozxaneya xwe li Bexdayê nedaye, lê di egera berdewamiya êrîşên li ser wê de, gefa girtina balyozxaneyê xwar.
Di nûtirîn pêşhat dem Balyozê Amerîka li Bexdayê Matthew Tueller ragihand, Navçeya Kesk û firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê ne di bin kontrola hikûmeta Iraqê ye. Hevdem jî rojnameya “New York Times” li ser zarê berpirsekî bilind ê Amerîka belav kir, “Wezîrê Derve yê Ameîrka gefa kuştina tevahiya endamên ketîbeya Hizbulaha Iraqî xwariye”
Balyozê Amerîka li Bexdayê derbarê dawî pêşhatên Iraqê û egera biryara wan a vekişandina balyozxaneya xwe ji welatî de ragihand: “Divê Hikûmeta Iraqê kontrola Navçeya Kesk bike, ji berk u firokxaneya Bexdayê û Navçeya Kesk ji aliyê çend hêzên din ve hatiye kontrolkirin û ne di bin kontrola hikûmetê de ne.”
Tueller dibêje: “Êrîşên mûşekî zêde bûne û dewleta Iraqê armanc dikin. Di vê rewşê de û ji bo parastina serweriya Iraqê, divê Hikûmeta Iraqê rûbirûyî van cureyên êrîşan bibe.”
Di helwesteke tundtir de jî, rojnameya New York Times li ser zarê berpirsekî bilind ê Amerîka belav kir, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di pêwendiya telefonî ya bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re ragihand: “Amerîka tevahiya endamên ketîbeya Hizbulah dikuje û ji Bexdayê jî vedikişe.”
Pompeo ji berpirsên welatê xwe re jî ragihandiye, bi ti awayekî ew naxwazin bûyerên Benigazî li Bexdayê dubare bibin.
Rojnameya New York Times di beşeke din a raporta xwe de diyar dike, “Îran naxwaze aloziyên bi Amerîka zêde bike, ji bo şansê Donald Trump di hilbijartinên bê de zêde nebe.”
Li ser van pêşhatan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim, hejmarek fermandarên ewlehiyê yên Navçeya Kesk xistin bin lêkolînê û Hamid Zuhêrî kir berpirsê Yekîneya Taybet a Parastina Navçeya Kesk.
Ev di demekê de, ji ber êrîşên grûpên çekdaran, di çend rojên bûrî de Amerîka hişyarî da berpirsên bilind ên Iraqê, heger rewş ji bin kontrolkirinê derkeve, dê balypzxaneya xwe li Bexdayê bigirin.