Mesrûr Barzanî êrîşa mûşekî ya li Hewlêrê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û bi tundî êrîşa mûşekî ya îşev a li Hewlêrê şermezar kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û bi tundî êrîşa mûşekî ya îşev a li Hewlêrê şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir; Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember her hewleke têkbirina seqamgîriya Kurdistanê lêborînê nake û dê bersivên tund hebin.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axiviye û behsa girîngiya lêpirsîna berpirsên vê êrîşê kiriye.

Îşev ji devera sînorê Birtile yê navbera gundên Şêx Emîr û Tercile, ji ser pîkapekê şeş mûşek ber bi Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatin avêtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, vê êvarê di demjimêr 20:30 de şeş mûşek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatine kirin.

Wezaretê eşkere kir ku mûşek ji sînorê Birtile yê navbera gundên Şêx Emîr û Tercile, ji ser pîkapekê hatine avêtin. Ew dever jî dikeve sînorê Lîwaya 30 ya Heşda Şe'bî. Tîmên me yên taybet, ji bo bidestxistina zanyariyên zêdetir, dest bi lêkolînê kirine.

Herwiha Wezareta Navxwe destnîşan kir ku ew vê êrîşa terorî û tirsonek şermezar dikin û di heman demê de ji bo bersivdana her destdirêjiyek amade ne. Ji Hikûmeta Federalî jî daxwaz kir ku demildest rêkarên pêwîst bi cih bîne.