Fermandariya Operasyonên Taybet daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser Hewlêrê de belav kir
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê belav kir û tê de hat: “Fermana bilind ji bo desteserkirina berpirsê hêzên wê navçeyê ku mûşek jê hatine avêtin hatiye dayîn”
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê belav kir û tê de hat: “Fermana bilind ji bo desteserkirina berpirsê hêzên wê navçeyê ku mûşek jê hatine avêtin hatiye dayîn”
Di daxuyaniyê de hatiye, grûpeke terorist otombîleke barhilgir a ji cura Kia ji bo avêtina mûşekan bi kar anîna.
Diyar kir jî, mûşek ji gundê Tercele yê navçeya Hemedaniyê li parêzgeha Neynewayê ve hatine avêtin. Otombîla jê hatiye avêtin jî şewitiye.
Aşkere kir, lêkolînên bilez dikin û piştre hûrgiliyan belav dikin.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, şeva bûrî di daxuyaniyekê de ragihand, di demjimêr 20:30 de şeş mûşek arasteyî firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bûn.
Diyar kir jî, mûşek ji sînorê Birtile yê navbera gundên Şêx Emîr û Tercile, ji ser pîkapekê hatine avêtin. Ew dever jî dikeve sînorê Lîwaya 30 ya Heşda Şe'bî.
Piştî wê êrîşê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir; Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember her hewleke têkbirina aramiya Kurdistanê lêborînê nake û dê bersivên wê yên tund hebin.
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axiviye û behsa girîngiya lêpirsîna berpirsên vê êrîşê kiriye.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê tekez kir jî, ferman hatiye dayîn, berpirsê hêzên wê navçeyê ku mûşek jê hatine avêtin, were desteserkirin.