Pentagon: Di êrişa Hewlêrê de fuzeyên nû hatin bikaranîn!

Berpirsên Wezareta Parastinê ya DYA'yê (Pentagon) diyar dikin ku di êrîşa Hewlêrê de fuzeyên nû hatine bikaranîn.

Hewlêr (K24) - Berpirsên Wezareta Parastinê ya DYA'yê (Pentagon) diyar dikin ku di êrîşa Hewlêrê de fuzeyên (mûşek) nû hatine bikaranîn.

3 fûze li nêzî baregeha leşkerî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ketin. Ev hêz li rex Balafirgeha Hewlêrê ye. Lê çi ziyanên madî û canî çênebûn. Hat diyarkirin ku "Ew fuzey ji devera Mûsulê hatine avêtin." Şik li ser Hêzên Heşdî Şêbî ne.

Li gor CNN Internationalê "Berpirsekî bilind yê Pentagonê dibêje, 'Ew mûşekên ku di êrîşa Hewlêrê de hatine bikaranîn ji yên berê li dijî hêzên Emrîka hatine bikaranîn cûda ne.' Ku li deverên din ên Iraqê gelek caran êriş hatibûn ser hêzên Emrîkayî (DYA) û Hevepyamana Navneteweyî."

Li gor berpirsê Pentagonê, "Ev êrîş rê li ber pirsgirêkan vedike. Ev êriş ji yên berê berfirehtir e."