Baba Şêx wefat kir

Rêberê rûhanî yê Êzidiyan Baba Şêx (Xerto Hacî Îsmaîl) li nexweşxaneyeka Hewlêrê wefat kir.

Hewlêr (K24) - Rêberê rûhanî yê Êzidiyan Baba Şêx (Xerto Hacî Îsmaîl) li nexweşxaneyeka Hewlêrê wefat kir.

Baba Şêx, berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû. Li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredîn Kurdî Edî ye.

Baba Şêx xwedî otorîteya herî bilind yê Êzidiyan bû. Her wiha berpirsê dibistana Laleşê bû.

Berî çend rojan Baba Şêx nexweş dikeve. Pêşî li nexweşxaneyeka Duhokê tê dermandkirin. Lêbelê rewşa wî her girantir bû. Lewra ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hat vegûhestin.

Baba Şêx ji 1995'ê vê serpreştî û xizmetê ji bo dînê Êzidiyan dike. 3 caran zewiciye. Hevjînên yekem û duyem wefat kirine. Lê ya sêyem dijî. 10 zarokên wî hene.

Fly Erbil Advertisment