Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama serxweşiyê, sebaret bi wefata Baba Şêx!
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber wefata rêberê dînî yê Êzidiyan Baba Şêx Payama serxweşiya weşand.

Hewlêr (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber wefata rêberê dînî yê Êzidiyan Baba Şêx payama serxweşiya weşand.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
"Min bi daxekî gelek mezin nûçeya koça dawîn ya Baba Şêx (Şêx Xirto Hecî Îsmaîl), rêberê rûhanî yê dînê Êzidiyan bihîst. Ez serxweşîya xwe pêşkêşî binemala birêzî, mîrê Êzdîyan û Encûmena Rûhanî û hemû xwîşk û birayên Êzidî yên kurdistanê û cîhanê dikim. Ez xwe wek hevparê xema wan dibînim. Birêz Baba Şêx kesayetekî diyar û xwedî pêgehekî girîng bû, li Herêma Kurdistanê û cîhanê. Herwiha roleke mezin di pêşxistina pêkvejiyana ayînî de, li herêma Kurdistanê hebû. Xweda canê wî bi bihiştê şad bike û dilxweşî û aramîyê bide hemûyan.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê