Muqteda Sedr daxwazekê ji xwepêşanderan dike
Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji xwepêşanderan daxwaz dike ku çaverêya hilbijartinên pêşwext bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji xwepêşanderan daxwaz dike ku çaverêya hilbijartinên pêşwext bikin û herwiha daxwaz dike ku bilez xizmetguzarî bo xelkê Iraqê werin gihandin.
Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê çar daxwazên xwe eşkere kirine; hilbijartinên pêşwext bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî, di demeke herî nêz de xizmetguzarî bo gelê Iraqê werin gihandin, lêpirsîn li gendelkarên mezin û kesên ji yasayan derketine were kirin û herwiha li ser kesên ku ji sala 2019an heta niha êrîşî ser xwepêşanderan kirine lêpirsîn were kirin. Sedr dibêje ku eger ev daxwaz neyên cîbicîkirin, bi temamî windabûna Iraqê ye.
Li aliyê din, li ser vê mijarê, Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di salvegera xwepêşandanên Iraqê de daxwaza bicihanîna rêkarên pêwîst ji bo pêkanîna dadperwerî û lêpirsînê dike.