Fuad Husên ji Pompeo daxwaz dike balyozxaneya xwe venekişîne
Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê Iraqê biryara Amerîkayêya vekişandina balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê gotûbêj dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê Iraqê biryara Amerîkayêya vekişandina balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê gotûbêj dikin û li ser wê yekê diaxivin ku hikûmeta Iraqê rê li ber dubarebûna êrîşên ser Balyozxaneya Amerîkayê bigre.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, Fuad Husên nîgeraniya xwe li ser biryara vekişandina Balyozxaneya Amerîkayê nîşan daye û eşkere kiriye ku encamên xirab ên vê biryarê dê derkevin holê.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên tekez kiriye ku hikûmeta Iraqê çendîn rêkarên ewlehî û siyasî û dîplomatîk pêk anîne, da ku êrîşên bo ser Devera Kesk û firokexane werin rawestandin û soz daye ku di demeke nêz de encamên van rêkaran dê derkevin holê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî soz daye ku di her biryareke wan de ew ê pêşhatên herî dawî gotûbêj bikin û hebûna peywendiyeke baş jî ligel Iraqê bi girîngî dibînin. Herwiha hemû îhtîmalên dahatûya balyozxaneya xwe jî, ligel Wezîrê Derve yê Iraqê gotûbêj kirine.