Ilham Aliyev: Artêşa Azerbaycanê Madagiz ji Ermenistanê stand!
Serokkomarê Azarbaycanê Îlham Aliyev dibêje, artêşa welatê wî devera Madagiz ji Ermenistanê stand!

Hewlêr (K24) - Serokkomarê Azarbaycanê Ilham Aliyev dibêje, artêşa welatê wî devera Madagiz ji Ermenistanê stand.
Aliyev îro li ser Twitterê peyamekê belav dike û dibêje, "Îro artêşa Azerbaycanê li Madagîzê ala Azerbaycanê bilind kir. Madagize ya me ye. Qerebax a Azerbaycanê ye."

Azerbaycan û Ermenistan, ser axa Qerebax a Çiyayî şer dikin. Her du welat dibêjin, Qerebax axa min e. Qerebax di bin kontrola Ermenistanê ve ye.
Şerê Azerbaycan û Ermenistanê li Qerebax a Çiyayî 27'î Îlonê roja Yekşemê destpêkir. Ji wê demê heya niha 30 jê sivîl (medenî) nêzî 200 kesan canê xwe ji dest daye.