Li Kobaniyê metirsiya belavbûna Korona zêde bûye

Li herêma Kobaniyê hejmara pêketina bi vîrûsa Koronayê roj bi roj zêde dibe,

 

Kobanî (K24) – Li bajarê Kobaniyê metirsiya belavbûna vîrûsa Korona zêde bûye. Rojana haletên pêketinê têne tomarkirin, heta niha jî 4 kesan jî canê xwe ji dest dane. Bijîşk didin zanîn, pir kes ji wê nexweşiyê şerm dikin û nexweşiya xwe vedişêrin.

Li herêma Kobaniyê hejmara pêketina bi vîrûsa Koronayê roj bi roj zêde dibe, bi taybet di hefteyên dawî de. Li gor bijîşkan, li Kobaniyê rojana nêzî 10 haletan têne tomarkirin, ev yek ji bilî kesên ku pêketina wan sivik e û serdana nevendên tendirustiyê nekin.

Dr. Mihemed Arif dibêje, gelek pêketiyên Koronayê li herêmê hene, ji pêketina bi Koronayê şerm dikin û nexweşiya xwe ji bijîşkan vedişêrin, ew yek jî metirsiya belavbûnê zêde dike.

Desteya tendirustiyê li Kobaniyê, metirsiyê xwe ji derketina rewşê ji bin kontrolê de nîşan dide û aşkere dike ku dê ji rêveberiya herêmê daxaza qedexekirina kombûn û civînan bikin, da ku rê li pêş belavbûna zêde were girtin.

Li Kobaniyê heta roja îro pêketina nêzî 70 kesî bi Koronayê hatiye tomarkirin û li navendên kerentîneyê çareseriya tendirustî werdigirin, lê rewşa hinan ne cîgir e. Heta niha jî 4 pêketiyan canê xwe ji dest dane.