Pisporên Almanî: Ji bo derziya korona asta hêviyê bilind nekin!

Komîsyona Derzîlêdana Daîmî ya Almanya hişyarî da û got, "Ji bo derziyên vîrûsa koronayê zêde hêvî nedin xelkê."

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Derzîlêdana Daîmî ya Almanya hişyarî da û got, "Ji bo derziyên vîrûsa korona zêde hêvî nedin xelkê."

Endamên Komîsyonê Derzîlêdana Daîmî (STIKO) ya girêdayî Enstîtuya Robert Koch a Almanî derbarê derziya vîrûsa korona (Covid-19) de daxuyaniyeke giring da.

Li gor daxûyaniyê, ji bo bergiriya li hember koroyanê divê derzîlêdan 2 carî be. Pispor dibêjin dê li Almanya 5 milyon doz vaksîn bên hilberandin. Lêbelê hema tenê ji bo Almanya 160 milyon lazim in.

Lewma pispor dixwazin xelk hişyar be, maskeyan bikar bîne û mesafeya civakî cîbecî bike.

Serokê komîsyonê Thomas Mertens, dîyar kir ku jibo gihiştina asta parastina civakî divê herî kêm ji sedî 60'ê xelkê Almanya were vaksînkirin. Her wiha dibêje, "Ev pêvajo dê bi mehan berdewam bike."

Li gor endamê Komîsyona Derzîlêdana Daîmî Pediatrician Martin Terhardt, "Derzîlêdan herî kêm 8 mehan dê bidome. Ne pêkane ku heya 1,5-2 salan em vegerin jiyana xwe ya asayî (normal)."

Her wiha li gorî zanyariyên Zanîngeha Johns Hopkins, hejmara mirovên ku ji ber Covid-19 (Vîrûsa Korona) mirine li seranserê cîhanê ji 1 mîlyon 33 hezar zêde ye. Welatê ku herî zêde mirov lê mirine Emrîka (DYE) ye. Li Emrîka heya niha 209 hezar û 394 kesan canê xwe ji dest dane. Brezîlya û Hindistan piştî Emrîka tên.

Fly Erbil Advertisment