Li Îranê hejmara pêketiyên Koronayê 475 hezar kes derbas kir

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 235 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 235 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Berdevka Wezareta tenduristiya Îranê Sîma Larî ragihand, di 24 demjimêrên bûr de 3 hezar û 902 kes li Îran bi vîrûsa Korona ketin. Herweha 235 kesan canê xwe ji dest dane.

Bi vê amarê, hejmara kesên li Îran û rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane gihişte 27 hezar û 192 kesan û hejmara tûşbûyan jî 475 hezar derbas kiriye.

Amaje bi wê da, li Îranê heta niha 390 hezar pêketiyên vîrusa Koronayê jî baş bûne.