Iraq! Roja Pêncşemê cihên hukûmî dê girtî bin
Civata Wezarîran a Iraqê roja Pêncşemê wekî betlane daxûyand.

Hewlêr (K24) - Civata Wezarîran a Iraqê roja Pêncşemê wekî betlane daxûyand. Ango dê cihên fermî wê rojê girtî bin.
Sekreteriya Giştî ya Civata Wezîran daxûyand ku dê Pêncşemê hemû cihên hukûmî girtî bin.
Roja Pêncşemê, salvegera çilika (40'emin roja) şehadeta neviyê Pêxemberî Îmam Hûseyn e.