Esad: Gotinên Trump min natirsînin ji ber ku ez cûda me

Trump gotibû, "Min dixwest wî (Beşar Esad) bikûjim, lê wezîrê me yê parastinê James Mattis nehêla."

Hewlêr (K24) - Serokê Sûriye Beşar Esad dibêje, "Gotinên Donald Trump ên derheqê kuştina min de, min natirsînin. Ji ber ku ferqa min ji serokên din heye."

Trump gotibû, "Min dixwest wî (Beşar Esad) bikûjim, lê wezîrê me yê parastinê James Mattis nehêla." John Bolton di pirtûka xwe ya bi navê "The Room Where It Happened" de ev axaftina Trumpî weşandibû.

Esad derheqê vê bûyerê de ji Telvîzyona Zvezda ya Rusya re dibêje, "Gotinên Trump ên di vê pirtûkê de ne cihê ecêbiyê ne. Ji ber ku siyaseta Amerîka ya derve; Ji dawîya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û ji dema Şerê Sar heya îro, bi lêgerîna serdestî, plankirina darbeyên leşkerî, kuştin û destpêkirina pevçûnan tête pênasekirin."

Her wiha Esad dibejê, "Amerîka (DYE), serokên welatên din wekî zilamên xwe didît. Amerîkayê ew dikirin serok û piştî rola wan a diyarkirî hat bi cih anîn, diçûn. Lê ez ne ji wan rêberan im. Ji ber vê yekê daxuyaniyên weha me eleqedar nakin û mereqa me jî qet li ser nînin."

Fly Erbil Advertisment