Keç û jinên Êzidî daxwaza qerebûkirinê ji Bexdayê dikin

Keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne peyamekê digihînin Parlemana Iraqê, ji bo rewşa navçeyên wan bê asayîkirin û bêne qerebûkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne peyamekê digihînin Parlemana Iraqê, ji bo rewşa navçeyên wan bê asayîkirin û bêne qerebûkirin.

Hejmarek keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, sardana Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê li Hewlêrê kir û daxwaz jê kirin êş û azarên wan bigihînin Parlemana Iraqê. Ew keç û jinên dibêjin, 6 sal in, hikûmet û parlemana Iraqê guh nadin daxwazên wan.

Edîbe Miho yek ji wan jinên Êzidî ye û bi êşa windakirina mêrê xwe û 17 kesên din ji malbata xwe ye dibêje: Em dixwazin ligel Parlemana Iraqê biaxivin û êş, azar û derdê xwe bibêjin, ta bizanin çi bi serê me hatiye û me êş û azar dîtine. 6 sal in em di vê rewşê de ne û ti guhartine çênebûye.

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Beşîr Hedad sozê dide daxwazên wan bigihîne Serokatiya Parlemana Iraqê, ji bo pêdaçûnê di yasaya parastina Êzidiyan de bike û wan qerebû bike. Ligel wê jî Parlemana Iraqê mêvandariya wan bike, ji bo peyama xwe bigihînin.

Beşîr Hedad got jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Iraqê gihîştiye rêkeftineke hevbeş, ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û navçeyên din.

Di dema dagîrkirina Şingalê di havîna sala 2014an de, DAIŞê nêzîkî 6 hezar zarok, jin û keçên Êzidî revandin. Herwiha hejmareke mezin ji Êzidiyan hatin kuştin û desteserkirin. Ev ji bilî awarebûna bi sedhezaran Êzidî û dagîrkirina mal û milkên wan.

Li gor dawî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan ku baregeha wê li Duhokê ye, heta niha 2880 kes (1304 jin û 1578 mêr) di destê DAIŞê ne û çarenivîsa wan ne diyar e.