Li Iraqê amarên herî dawî yên koronayê
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 67 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 172 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 6ê Cotmeha 2020an de eşkere kiriye; heta niha 387 hezar û 121 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 316 hezar û 371 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 479 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 9 hezar û 531 kesan canê xwe ji dest dane.