Pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Cemayê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Cemayê ya Êzdiyan peyamek arasteyî Mîr, Civata Rûhanî, oldarên Êzdiyan û tevahiya Kurdên Êzdî kir.
.jpg)
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Cemayê ya Êzdiyan peyamek arasteyî Mîr, Civata Rûhanî, oldarên Êzdiyan û tevahiya Kurdên Êzdî yên li Herêma Kurdistanê û seranserê cîhanê kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Ez pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî xwişk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û cîhanê, bi taybetî Mîr û Encûmena Rûhanî dikim bi boneya cejna Cemayê. Ez hêvîdar im cejn bibe egerê xêr û xweşiyê û dawîbûna êş û jan û derdeseriyên xwişk û birayên Êzdî.
Îsal bi sedema koça dawî ya cenabê Baba Şêx û belavbûna petaya koronayê, di rewşeke dijwar de em vê cejnê dikin. Hêvîdar im dawî li van nexweşiyan were û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmeteke bêtir bo xwişk û birayên Êzdî pêşkêş bike û rewşa devera Şingalê asayî bibe, da ku ewên heta niha di awareyiyê de dijîn, bi serbilindî bizîvirin ser mal û cih û warê xwe.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê