Li Iraqê 3 hezar û 923 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 73 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 73 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 73 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 923 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 7ê Cotmeha 2020an de eşkere kiriye; heta niha 391 hezar û 44 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 319 hezar û784 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 506 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 9 hezar û 604 kesan canê xwe ji dest dane.