Rûhanî: Em rê nadin komên terorîst werin ser sînorê Îranê
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ew rê nadin bi hinceta şerê Ermenistan û Azerbaycanê, komên terorîst li ser sînorê Îranê werin bicîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ew rê nadin bi hinceta şerê Ermenistan û Azerbaycanê, komên terorîst li ser sînorê Îranê werin bicîkirin.
Hesen Rûhanî îro çarşemê di civîneke asayî ya kabîneya dewletê de diyar kir ku çareseriya nakokiyên Ermenistan û Azerbaycanê bi gotûbêjê tê kirin û şer rewşê aloztir dike.
Rûhanî destnîşan kir: “Asayîşa welatê me armanca me ya yekem e, ji ber vê yekê em rê nadin ti welatek bi hincetên cur bi cur komên terorîst bînin nêzîkî sînorên me.”
Serokomarê Îranê herwiha got: “Nabe em rê bidin vê nakokiya Qerebaxê bibe şerekî herêmî.”
Hêyayî gotinê ye ku îro çalakvanê mafên mirovan Artag Beglaryan li Qerebaxê eşkere kir ku heta niha %50ê nişteciyên wê herêmê aware bûne. Herwiha diyar kir ku zêdetirî 70 hezar jin û zarok li deverên daristanî yên Qerebaxê ji ber şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê aware bûne.