Li Iraqê 3 hezar û 522 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 79 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 79 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 79 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 522 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 8ê Cotmeha 2020an de eşkere kiriye; heta niha 394 hezar û 566 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 9 hezar û 683 kesan canê xwe ji dest dane.