Agahdariyek ji medyaya dîjîtal a Kurdistan24ê
Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê berevanî li mafên xwe yên berhemanînê dike.
Hewlêr (K24) – Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê berevanî li mafên xwe yên berhemanînê dike û radigihîne ku "ev berhemên medyayî bi hêsanî û bê ked û bê xebateke mezin bi dest nakevin, lewma nabe ku ti rûpel û malper û kanalên medyayî, bêyî nîşandana çavkaniyê, berhemên me bibin û kopî bikin".
Çend kanalên medyayî, bi taybetî malperên nûçeyan, bêyî nîşandana çavkaniya rasteqîne, nûçe, raport û gotarên medyaya dîjîtal a Kurdistan24ê werdigrin û li cem xwe belav dikin.
Kurdistan24 bi rêya nivîskarên xwe û toreke berfireh a nûçegihanên xwe li nav Kurdistanê û li gelek welatên cîhanê û ajansên ku peymana wê bi wan re heye, ji bo nûçe û zanyariyên herî dawî bilez bigihîne temaşevan û guhdar û xwendevanan, dixebite. Ev berhemên medyayî jî bi hêsanî û bê ked û bê xebateke mezin bi dest nakevin, lewma nabe ku ti rûpel û malper û kanalên medyayî, bêyî nîşandana çavkaniyê, berhemên me bibin û kopî bikin.
Ewê ku hinek kanalên medyayî dikin, li derveyî prensîp û yasa û rêbazên pîşeyî û etîkî ye, eger berdewam bibin, tevî belavkirina nav û dokumentên wergir, dê rûbirûyî lêpirsînên yasayî bibin.