Li Iraqê amarên herî dawî yên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 52 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 214 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 9ê Cotmeha 2020an de eşkere kiriye; heta niha 397 hezar û 780 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 9 hezar û 735 kesan canê xwe ji dest dane.