Sedr ji xwepêşanderan re şertên xwe danîn!

Rêvberê dîn û siyasî yê Iraqî Mûqteda El Sadr ji bo xwepêşenderan 12 şert danîn.

Hewlêr (K24) - Rêvberê dînî û siyasî yê Iraqî Mûqteda El Sadr ji bo xwepêşenderan 12 şert danîn. Sadr dibêje, ew kesên li gor van şert û mercan tevnegerin yan binpêkerên yasayê ne yan jî ji bo hêzên derekî dixebitin.

Alîgirên Sadrî li Iraqê pir caran xwepêşandanan dikin. Ev xwepêşandan bi giştî li dijî gendelî û karên neyasayî ne.

Sadr li ser hejmara xwe ya Twitterê peyamekê belav dike. Têde dibêje, "Ew xwepêşanderên li gor van 12 şertan tevnegerin yasayê binpê dikin yan jî ji bo hêzên derekî dixebitin."

Hinek şertên ev in: Divê êrişê nebin ser saman, sîstem, rê û xizmetên giştî. Divê kerameta hêzên ewlehiyê bê parastin; divê xwepêşander bi ehlaqî li hemberî wan tevbigerin.