Pompeo: Çînê li ser sînor 60 hezar serbaz bi cih kirin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Çînê 60 hezar serbaz li ser sînorê bakurê Hindistanê bi cih kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Çînê 60 hezar serbaz li ser sînorê bakurê Hindistanê bi cih kirin.
Mike Pompeo ji Fox Newsê re eşkere kiriye; Awustralya, Hindistan û Japonya ku sê endamên hevpeymaniya li hember Çînê ne, di bin gefa Partiya Komunîst a Çînê de ne.
Destpêka hefteyê Mike Pompeo ji bo hevdîtinên hevpeymaniya Awustralya, Hindistan û Japonyayê (Quad) li Tokyoyê bû û diyar kir: “Haya Hindistanê ji wê yekê heye ku li ser sînorê wê yê bakur, 60 hezar serbazên Çînê hene.”
Pompeo di daxuyaniya xwe de rexne li bersiva Çînê ya derbarê vîrûsa koronayê (Covid-19) de jî girt.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê li civîna Tokyoyê bang li welatên herêma Indo-Pasîfîk kir û got: “Cîhan demeke dirêj e di bin gefa Çînê de ye. Divê em niha vê mijarê bi awayekî cidî binirxînin. Eger hûn lawazî nîşan bidin, hûn dê bersiva wê bigrin.”