Nêçîrvan Barzanî: Mehabad Qeredaxî xelekeke girîng a xebata jinên Kurdistanê bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Helbestvan û çalakvan Mehabad Qeredaxî, peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wê û jinên Kurdistanê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Helbestvan û çalakvan Mehabad Qeredaxî, peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wê û jinên Kurdistanê kir.

Nivîskar, helbestvan û çalakvana mafên jinan li Herêma Kurdistanê Mehabad Qeredaxî duhî 9. 10. 2020an di temenê 54 saliyê de bi nexweşiya Koronayê li Hewlêrê koça dawiyê kiribû.

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat: “Bi mixabinî ve, nûçe mirina helbestvan, nivîskar û çalakvan Mehabad Qeredaxî gihîşt me. Xatûn Mehabad Qeredaxî xizmeteke berçav di ber edebiyata kurdî de kiriye û berevanîkareke diyar a mafê jinan û xelekeke girîng a xebata jinên Kurdistanê bû, ji bo dabînkirina yeksaniyê. Em kar û çalakiyên wê bilind dinirxînin.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Pirse û serxweşiyê arasteyî kesûkar, hevkar, rewşenbîr û tevahiya jinên Kurdistanê dikim. Ji xwedêyê mezin daxwazkar im, giyanê wê şad bike û aramiyê bide her aliyekî.”