Hemşîreyek bi girî bang li Donald Trump dike!

"Serok çawa diwêre hemî karên ku me hemşîreyan kiriye, têk bibe."

Navenda Nûçeyan (K24) - Hemşîre (perestar) Cristina Hops, ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump re peyamekê dişîne û dibêje: "Dema ku min ew (peyama Trumpî) xwend gelek aciz bûm. Dema gihîştim malê min xwest tiştekê bêjim Serokî."

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê li ser Twitterê peyamek belav kir û got: "Ji Covid19'yê (vîrûsa korona) netirsin. Destûrê nedin ku ew jiyana we serdest be."

Ji ber vê yekê hemşîretyeka Amerîkayî li ser TikTok û Facebookê vîdeoyek belav kir. Têde got: "Her roj bi sedan kesan li pêş çavên min dimirin. Çawa dibêje, 'Ji Covid19 (vîrûsa koronayê) netirsin'. Seyr e!"

Her wiha dibêje "Ez wekî çavdêra tendûristiyê dixebitim. Baş dizanim ku bandora wê li ser komalê çi ye! Her wiha Serok çawa diwêre hemî karên ku me hemşîreyan kiriye, têk bibe."

Fly Erbil Advertisment