Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 37 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 37 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 2 kesan li Hesekê û Girkê Legê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 37 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 5 kes li Hesekê, 10 kes Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Rimêlan, 1 kes li Girkê Legê, 32 kes li Tirbesipiyê, 10 kes li Çilaxa, 13 kes li Tebqa û 1 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 12 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2351 kesan, ji wan 571 kes baş bûne û 79 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.