Li Dêrikê di teqînekê de 4 kesan canê xwe ji dest dan
Di encama teqîna mînekê bi hejmarek welatiyan ve, li Dêrikê li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê 3 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna mînekê bi hejmarek welatiyan ve, li Dêrikê li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê 3 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo ragihand, şeva bûrî dema ku hejmareke welatiyan dixwestin bi rêya gundewarê Dêrikê re bi qaçaxî derbasî bakurê Kurdistanê bibin û piştre ber bi Ewropa ve biçin, mînek bi wan ve teqiya.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Ji ber berdewamiya gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê û berdewamiya krîza aborî, demek e welatiyên rojavayê Kurdistanê hewl didin bi rêyên qaçax xwe bigihînin Tirkiyê, da ku ji wir ber bi welatên Ewropayê ve biçin.