Li Iraqê 62 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 62 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 62 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 62 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 206 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniyê de eşkere kiriye; heta niha 402 hezar û 330 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha 9 hezar û 852 kesan canê xwe ji dest dane.
Diyar kir jî, di 24 demjimêrên bûrî de 3 hezar û 827 kes ji Koronayê baş bûne. Bi vî awayî jî heta niha 336 hezar û 157 kes ji wê vîrûsê baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê da zanîn, niha 56 hezar û 321 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyan e. Ji wan nexweşan, rewşa 528 kesan giran e û di bin çavdêriya hûr de ne.