Efrîn.. Çekdaran 4 mêr û keçekê revandin
– Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 4 welatiyên kurd ji nahiya Mabeta ya Efrînê revandin, di nava wan keçek heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 4 welatiyên kurd ji nahiya Mabeta ya Efrînê revandin, di nava wan keçek heye.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî bi ser bajarokê Mabeta de girt û 4 mêr û keçekê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Diyar kir jî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Selah Şebo (Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Mabeta), Mihemd Elî Nasan (Rêvebirê Dibistanê), Ramî Îbrahîm, Mîdya Xencer (karmenda hawarhatinê) û Mihemd Sitê (Karmendê Hawarhatinê) ne.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran kurdên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, sedema revandina welatiyan û ferzkirin û standina pereyan ji wan, bi armanca wê yekê ye, ta ku kurdên Efrînê neçar bibin û koçber bibin.