Li bakur zêdetirî 1600 karmend ji aliyê qeyûman ve ji kar hatine derxistin
Serokên Giştî yên sendîqayên li bakur û Tirkiyeyê, li Diyarbekirê bi çalakiyekî nerazîbûn nişan dan.
Diyarbekir (K24) - Serokên Giştî yên sendîqayên li bakur û Tirkiyeyê, li Diyarbekirê bi çalakiyekî nerazîbûn nişan dan ku li şaredariyên qeyûm tên danîn karmend, bi awayekî bêyî hiqûqî ji karên xwe tên derxistin. Hat ragihandin ku bêyî tu sedemeke hiqûqî bê nişandan heta niha ji 1600î zêdetir karmend û karkerên şaredariyan hatine derxistin.
Serokê Rêvebiriya Giştî yê KESKê Mehmet Bozgeyîk daxuyand ku bi awayekî kêfî û bêy nîşandana tu sedemekî hiqûqî derxistina karmendan berdewam dike û bal kişand ku bi taybet jî şaredariyên li bakurê Kurdistanê ku qayim hatine danîn ev tişt tê kirin.
Mehmet Bozgeyîk ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji 1600î zêdetir karmendên şaredariyan ji aliyê qayiman ve; bi awayekî ku zagona bingehîn ya Tirkiyeyê û hemû zagon û peymanên navdewletî bên binpêkirin ji kar hatine derxistin. Ev hiqûq nenasî ye û em jî di çarçoveya hiqûqê de têkoşîna xwe didomînin. Divê demildest ew karmendên ku tu tawanekî wan yê hiqûqî tine ne bi tenzîmkirina mafên wan yê binpêkirî ve vegerin ser karên xwe."
Bal hat kişandin ku jixwe rewşa pandemiyê li ser jiyan û debara welatiyan bandorên neyînî kiriye û bi derxistin û dûrxistina karmendan re jî malbat dikevin tengasiyên mezin.
Serokê Giştî yê Sendîqaya Tum-Bel-Senê Erdal Bozkûrt jî anî ziman ku ew bi partiyên siyasî û rayedaran re jî hewla hevdîtinê û çareseriya van pirsgirêkan didin. Bozkurt anî ziman ku li welatekî ku hiqûq ji binî nemabe ev tişt tên kirin û karmend jî bi awayekî kêfî tên derxistin.
Erdal Bozkurt diyar kir: "Me li ser vê mijarê bi partiyên li Parlamentoyê re hin hevdîtinan kir û emê bikin. Me jî Wezîrê navxweyî yê Tirkiyeyê daxwaza hevdîtinê kiriye û em li benda bersîvê ne. Emê bi Ak Partiyê re jî hev dîtin bikin û daxwaz bikin ku ev kirinên der hiqûqî û kêfî bên rawestandin. Em biryarên bi vî rengî qebûl nakin û heta biryarên hiqûqî bên bi cîh kirin emê hewlên xwe bidomînin."
Piştî daxuyaniyê û çalakiya rûniştinê rêvebirên sendiqayan bi dirûşmên 'em mafdar in û emê bi serkevin' çalakiya xwe bidawî anîn.