Efrîn.. Çekdaran Serokê Encûmena Xwecihî ya Nahiya Mabeta revand

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, Serokê Encûmena Xwecihî ya Nahiya Mabeta û 3 kesên din revandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, Serokê Encûmena Xwecihî ya Nahiya Mabeta û 3 kesên din ji gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî duhî 14ê Cotmehê Serokê Encûmena Xwecihî ya Nahiya Mabeta Ebdulmultelib Şêx Nasan û Endamê Encûmena Xwecihiyê Hesen Îbşano revandin.

Wê rêxistinê amaje bi wê da roja 11ê vê mehê jî 7 endamên Encûmena Xwecihiya Mabeta ji aliyê heman grûpê ve hatibûn revandin.

Wê rêxistina mafên mirovan da zanîn, grûpek çekdar roja 12ê vê mehê Muxtarê gundê Îkîdamê yê li navçeya Şera Nebî Cafer revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Diyar kir jî, çekdarên grûpa Feyleq El Şamê ji roja 9ê vê mehê ve welatî Xelîl Bilal ji bajarokê Cindirêsê revand û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kirine û heta niha bi hezaran Kurdên Efrînê revandine û çarenvîsa beşeke revandiyan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, sedema revandina welatiyan bi armanca wê yekê ye, ta ku Kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin.

 

Fly Erbil Advertisment