Firokeyên Tirkiyê devera Biradost bi tundî bombebaran kir

Piştî mehekê, careke din firokeyên şer ên Tirkiyê devera Biradost bi tundî bombebaran kir, cihê bombebarankirî jî li nêzîkî cotkar û ajaldarên çend gundan in.

Soran (K24) – Piştî mehekê, careke din firokeyên şer ên Tirkiyê devera Biradost bi tundî bombebaran kir, cihê bombebarankirî jî li nêzîkî cotkar û ajaldarên çend gundan in.

Rêveberê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro berî nîvro, demjimêr 10:36 xulekan, firokeyên Tirkiyê sînorê gundên Sinîn û Bêrkim ên li sînorê nahiya Sîdekan bombebaran kirin.”

Îhsan Çelebî eşkere kir: “Her çi qas bombebaran li nêzîkî cotkar û ajaldarên deverê bû, ziyan negihişt canê ti kesî.”

Tirkiyê herî dawî di 11ê Tebaxa 2020an nahiya Sîdekan bombebaran kiribû û di encama wê bombebaranê de du fermandarên serbazî yên Kurd ên li artêşa Iraqç şehîd bûbûn.

Piştre Wezareta Derve ya Iraqê di 12ê Tebaxê de bangî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê kiribû û li ser bombebarankirina karwana hêzên pasevanî yên sînorê Iraqê, binpêkirinên berdewam ên Tirkiyê bo ser sînorê Iraqê şermezar kiribû.

Bombebarana firokeyên Tirkiyê li nêzîkî xelkê sivîl bû
Bombebarana firokeyên Tirkiyê li nêzîkî xelkê sivîl bû
Fly Erbil Advertisment