Di 10 salan de destdirêjî li 300 jinan kiriye

Xortekî Îranî di nava 10 salan de destdirêjiya cinsî li 300 jinan kiriye û niha li dadgeheke Tehranê tê darizandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Xortekî Îranî di nava 10 salan de destdirêjiya cinsî li 300 jinan kiriye û niha li dadgeheke Tehranê tê darizandin.

Navê wî Keywan Îmam Werdî ye û li ber dadgehê li xwe mikur hatiye ku qurbaniyên xwe bêhiş kirine û piştre destdirêjiya cinsî li wan kiriye.

Polîsê Tehranê ragihandiye; heta niha 30 jin li dijî wî doz vekirine û bi dehan keç jî li medyaya civakî ya Istagramê eşkere kirine ku bûne qurbaniyên destê tawanên vê cûreyê û rûbirûyî destdirêjiyê bûne.

Hinek ji qurbaniyan jî bi rêya telefonê hêzên ewlehiyê agahdar kirine ku qurbaniyên destê wî tohmetbarî ne, lê ji bo parastina navê malbata xwe, naxwazin biçin binkeyên polîsan.

Fly Erbil Advertisment